Berpirsekî Taliban gef li rejîma Îranê xwariyê ku dê kiryarên “xwekujî” li Îranê bikin û tola xwîna her koçberekî Efxanî ji rejîma Îslamiya Îranê bistînin.
Di girte vîdiyoyekê de Berpirsekî Talibanê tevî gefxwarin li rejîma Îslamiya Îranê bi tekezî gotiye ku dê tola heçî êk ji Efxaniyên koçber li Îranê ji rejîma Îslamiya Îranê wekin û dê li Îranê de kiryarên “xwekujî” encam bidin û daxwaz ji hemû endamên girûpa Talibanê kiriye ku xwe bigehînin ser sînorê Îranê û bi rêveberiya berpirsên xwe, û amade bin bo emelyatên xwekujî di nava Îranê de.
Koçberên Efxanî li Îranê rastî bêrêzî û lêdan û kutanê tên û berpirsên rejîma Îranê ti pêştevaniyek ji koçberên Efxanî nakin û heta dana kar li çendîn bajarên Îranê bo wan koçberan hatiye qedexekirin.
Koçberên ku ji ber zulma Talibanê revîne û hewara xwe bo Îranê birine, ji aliyê rejmê ve rastî reftarên xirabtir ji reftara talibanê tên û heta niha çendîn girte vîdiyo li ser azardana zarokan û bêrêzîkirin bi koçberên Efxanistanê li Îranê, li ser torên civakî belav bûne û ji aliyê bikarhêneran ve bi awayekî micid hatine şermezarkirin.