
Kurdistanmedia: Berpirsên Amerîka û Ewropayê li ser êrîş û gefên rejîma Îranê, bertek nîşan danê.
Pêka nûçeyên belavbûyî, êrîşên rejîma Îranê li ser binkeyên Amerîka û herwisa gefên berpirsên rejîma Îranê li ser Amerîkayê, dengvedanekî cîhanî hebû, û berpirsên Amerîka û herwisa Ewropayê, bertek nîşan dan.
Cihgirê Serkomarê Amerîkayê, Mayk Pêns (Mike Pence), gotiye ku, em li pey guherîna refrên komara Îslamî ya Îranê ne û me peyamekî rûn û eşkere daye.
Herwisa navbirî got, piştî kuştina Qasim Silêmanî, bi fermana Donald Tramp, xelkê Amerîkayê di asayîşekî zêdetir de ne û da zanîn, Qasim Silêmanî birêveberê gurûpekî terorîst bû, ku ji aliyê mezintirîn dewleta ku piştevaniya terorîsmê dike dihate piştevanîkirin û ew gurûp, bûye sedema berfirehtirbûna terorîsmê, di Rojhilata Navîn de.
Ji aliyek din ve jî, Donald Tramp, di civîneke rojnamevanî de daye zanîn, ku ji sala 1357`an ve welatên cîhanê li derheq kiryarên rejîma Îranê sebir hebûne û herwisa navbirî got: “Êdî ew roj bi dawî hatin, Îran bi teror û çalakiyên etomî yên xwe, cîhan rastî metirsiyan kiriye, me Qasim silêmanî ku metirsî li ser canê xelkê Amerêkayê hebû kuşt, ew serokê hêzên Spaha Qudis ku yekek ji hovnaktirîn gurûpên terorîstî bû ku terorîstên wekî Hizbullah û hêzên cuda perwerde dikirin û destê Qasim Silêmanî di kuştina xelkên Îran û Amerîkayê de jî hebû”.
Wezîrê derve yê Almaniyayê Hayko Mas (Heiko Maas) jî, ji berpirsên rejîma Îranê xwestiye ku, xwe ji her kiryarekî ku, bibe sedema zêdetirbûna alozî û şer di deverê de biparêzin.