
Berpirsên Amerîka derheq aloziyên kendavê ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûne afirandin, bertek nîşan dan.
Roja Çarşemî, 22`ê Nîsanê, Serkomarê Amerîka, “Donald Trump”, li ser rûpela xwe a “twitter” nivîsî ku: “Min bi hêzên deryayî yên Amerîkayê re ferman daye ku hekî belemên Îranê bo gemiyên Amerîka aloziyan çêbikin, wan bidin ber gulleyan û wan jinav bibin.
Wezîrê Derve yê Amerîka, “Mike Pompeo”, li derheq “Twitt”a “Donald Trump” got: “Gotinên Serkomarê Amerîka wê rastiyê dide xuya, ku em gefên li ser leşkeran, melevanan û hêzên esmanî û tifengdarên xwe, qebûl nakin”.
Herwisa navbirî got ku rejîma Îranê “gemeyan di deverê de” dike.
Wezîrê Berevanî yê Amerîka, “Mark Esper” roja Pêncşemî, 23`ê Nîsanê, di hevpeyvînek digel nûçegihaniya “Fox News” de bas kir ku, hekî careke din, rejîma Îranê bo gemiyên şer yên Amerîka gefan biafirîne, fermadên wan gemiyan mafê berevanî ji xwe hene û em wan reftarên gefdar yên li dijî gemiyên şer qebûl nakin.
Berdevkê Payebilind ê Hêzên Çekdar yên rejîma Îranê, “Ebulfezil Şikarçî” li derheq “Twitt”a “Donal Trump” gotibû: “Amerîka bi cihê ku zordariyê li dijî yên din bike, bila hemû hewla xwe bo rizgarkirina wan hêzên xwe yên tûşbûyî bi vîrûsa Koronayê bide”.
Heftiya derbasbûyî, Hêzên Deryayî yên Amerîka bas, ji manora bi “tehlûke û azarder” yên belemên Spaha Pasdaran a terorîst li nêzî gemiyên şer yên Amerîka di kendavê de kiribû.