Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên gendel yên Îranê bi dawî nabin

13:08 - 19 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê, li ser rûlepa twittera xwe berpirsekî din yê gendel yê rejîma Îranê da eşkere kirin.  

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê, li ser rûpela twittera vê wezaretxaneyê Hesen Fîrozabadî, serokê berê ê Fermandariya Giştî a Çekdarên Îranê wekî berpirsekî din yê gendel di vê rejîma serkutkar de daye naskirin.

Vê wezaretxaneyê li ser rûpela twittera xwe wiha nivîsiye, destêverdan di  bazar û bi kar anîna rêyên bazrganî yên nedadpewerane, karê wî berpirsê rejîmê bûye û herwisa  daye zanîn jî ku navbirî bo heyama 25 salan di avahiyekê (Vîla) de ku ji aliyê dewletê ve dest biserde hatiye girtin jiyana xwe derbaz kiriye û navbirî gotiye Elî Xamine`î îzin pê daye.

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê di beşa Farsî a rûpela twittera xwe nivîsiye ku,  Serokê berê ê Fermandariya Giştî a Çekdarên Îranê,  ev heyama 25 salane ku di avahiya (Vîla) ku ji aliyê hikûmetê ve dest biserde hatiye giritin û bi bê hebûna tapo(sened) ya li derdora bajarê Tehranê de jiyana xwe derbaz kiriye û piştî derbazbûna 25 salan akincîbûna di vî avahiya zevtkirî de ev valakiriye.

Twittera beşa Farsî a Wezareta Karê Derve a Amerîkayê berê jî, bas ji gendeliya di navbera berpirsên rejîma Îslamî de kiribû, ku di roja cîhanî a şer  lidjî gendeliyê, hin twitt derheq  serwet û samana kesên wekî Elî Xamine`î, Nasir Mekarimê Şîrazî ku Lêvegerên Şî`e in,  û Sadiq Mehsolî wezîrê dewletê  yê di heyama serkomariya Mehmûd Ehmedînijad  de weşandiye.

Her di vê pêwendiyê de, “Mike Pompeo” Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê di Çiriya Paşîn a sala derbazbûyî de, hevdem digel sepandina dorpêçên aborî yên Amerîakyê li dijî rejîma Îranê, bi Farsî nivîsîbû ku, Amerîka kêlega xelkê Îranê sekiniye û îlana hevderdiyê digel van dike, xelkê Îranê piştî derbazbûna nêzîkî 40 salan  bi ser temenê vê rejîmê, zêdetirîn derbe bi sebeba lênehatîbûna birêveberî û gendeliya aborî dîtine.