Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên girtîgeha Urmiyê bêrêziyê li girtiyan dikin

18:03 - 21 Kanûna Paşîn 2021

Li doma bêrêzîkirinên rejîma Îranê bi netewên dinê, wê carê rejîma dagîrker a Îslamî ya Îranê, di girtîgehan, paygah û binkeyên leşkeriyên xwe de, bêrêziyê bi takan dikin.

Pêka wan zaniyariyên ku gihîştine malpera “Kurdistanmedia”yê, 2 kes ji berpirsên parastina ewlehiya girtîgeha Urmiyê, yên bi navên “Ebas Mesûdî Kiya û Ferhad Hacibî”, digel girtiyên girtîgeha Urmiyê reftarên neşiyaw û xirab hene û azara wan girtiyan didin.

Wê çavkaniyê daye xuya ku ew 2 kes tevî reftarên neşiyaw digel girtiyan, bi hilgirtina çekên wekî “Kolt” li nav girtîgehê, manoran lêdidin û gefan li wan girtiyan dixwin û sivikatiyê bi wan dikin.

Pêka wan zaniyariyên li ser karbidestên rejîmê li girtîgeha Urmiyê, cuda li bêrêzîkirin bi girtiyan, heta serbazên ku Kurd in jî rastî sivikatîkirinên wan tên.

Berdewamiya îşkence û reftara neşiyaw digel girtiyan di girtîgehan de û herwisa mangirtina girtiyan, bi berdewamî nigaranî li pey xwe ve aniye.

Tevî huşdarîdana navendên mirovî yên navnetewî, berpirsên rejîma Îranê ti yasayeke pêwendîdar bi mafê girtiyan berçav nagirin.