Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên hêza Pêşmere û artêşa Îraqê kom bûn

13:36 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Berpirsên hêza pêşmergê herêma Kurdistanê û artêşa Îraqê, bi merema çareseriya deverên ku di jêr pirsgirêkan de ne civîyan.

Mediyayên herêma Kurdistanê belavkirine ku, roja Yekşemî 16`ê Pûşperê, berpirsên pêşmerge û artêşa Îraqê, li sînorê “Kerkok, Dîyale û Selahedîn”, civîyan ku armanca wê civînê, karê hevpar û encamdana hevahengî li pêxema zivirandina ewlehiyê bo deverên ku di jêr pirsgirêkan de ne, bûye.

Li gorî raporan, ew civîne di navbera, “Se`id, Herbiye” fermandeyê operasiyona Kerkok û “Nûrî Heme Elî”, fermandeyê mêhwera Kerkok-pirê yê pêşmerge bi rê ve çû.

Piştî 16`ê Oktobirê, eve yekim civîne li pirê di navbera pêşmerge û artêşa Îragê de bi rê ve çûye.

Nûrî Heme Elî, zaniyariyên zêde li ser naveroka civînê eşkire nikiriye, û tenê basa vê yekê kiriye ku, ew civîne bo hevahengî û gotûbêjkirin li ser rewşa deverê bûye.

Hevdem “Cebar Yawer” Emîndarê giştî ê Wezareta Pêşmerge, amaje bi vê yekê kiriye ku, Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Îraqê, 6 lîjne bo hevahengîkirin û karê hevpar heye.

Encama vê civînê li navbera lîjneyên pêşmerge û artêşa Îraqê, li ser deverên ku di jêr pirsgirêkan de ne bûye, û eve di demekê de ye ku, herêma Kurdistanê piştî zivirîna pêşmerge bo ev devera ne, çêkirina hevahengî digel artêşa Îraq dike.