Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên leşkerî yên rejîma Îranê partiyên Kurdan wekî metirsî dibînin

19:09 - 19 Îlon 2021

Berpirsê Giştî yê hêzên Çekdarên rejîma Îslamiya Îranê, tevî baskirin ji vê yekê ku hêzên Kurdî gef û metirsî li ser ewlehiya Îranê ne, careke din gef li wan partiyên li dijî rejîma îranê xwar.

“Mihemehhisên Baqirî” di hevpeyvin digel nûçegihaniya girêdayê Spaha Pasdaran a “Tesnîm”ê de gotiye: “Ew hêzên Kurdan di çend salên derbasbûyî de, mezintir û bi hêztir bûne û ewlehiya Îranê kevtiye metirsiyê û ew nigeran kirine”.

Wî berpirsê leşkerî yê rejîma Îranê di doma gotinên xwe de gotiye ku em ti serkêşiyekê ji wan Partiyan ku niha li Herêma Kurdistanê de niştecî bûne qebûl nakin û dikarin wan ji nav bibin!!!!

Herwisa daxwaz ji Herêma Kurdistanê û Îraqê kiriye ku wan girûpane sînordar bikin û rê nedin ku ewlehiya Îranê rastî metirsiyan bikin.

Di roja Pêncşemî 18ê Xermananê de, Spaha Pasdaran dest bi bombebarankirina esmanî û topbaranakirina axa Herêma Kurdistanê kiribû ku heta çend rojan berdewam bû.