Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên perwerde û hînkariyê li navbera dersxwanan cudatiyê dadinên

11:52 - 31 Çirriya pêşîn 2021

Berpirsê îdareya Perwerde û Hînkariya parêzgeha “Kohgîloye û Boyêr Ehmed”ê bo dabînkirina tablêt bo dersxawanên hejar cudatiyê di navbera dersxwanên “Seyîd” û yên dinê de dadinên.

Berpirsê îdareya Perwerde û Hînkariya parêzgeha “Kohgîloye û Boyêr Ehmed”ê “Hadî Zar`ipûr” bo dibistan û xwendingehên wê parêzgehê name şandiye ku listê dersxwanên hejar ên “Seyîd” bo dabînkirina tablêtan bo wan bîşînin û gotiye ku ew biryar ji aliyê wezareta Perwerde û Hînkariyê ve hatiye dan.

Ew nameye di 4ê meha xezelwerê de bo tevahiya dibistan û xwendingehan parêzgeha “Kohgîloye û Boyêr Ehmed”ê  hatine şandin û tekezî hatiye kirin ku heta 9ê meha Xezelverê listê dersxwanên “Seyîd” bo wê îdareyê bêne şandin.

Rejîma Îranê bi cihê çareserkirina pirsgirêkên perwerde û hînkariyê di parêzgehên Îranê de bi armanca cudatîdanîn û herwisa zêdetirkirina dijayetiyan, bi hemû awayekî hewla xwe dide û asta pewerde û hînkarî di Îranê de daketiye û rêjeyeke zêde ji dersxwanên hejar bi sedema dabnînnebûna alavên hewce dest ji hînkariyê berdane.