Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîm sozû qewlên direv ji xelk re didin

17:54 - 27 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Berpirsên rejîmê soz û qewlên direv didin xelkê, û dorpêçên aborî sedemkar didin zanîn.

Li gorî raporên belavbûyî, di rêkefta 17`ê Rezbera îsal de, bi sedema bilindbûna asta arîşeyên aborî û xirabbûna rewşa derbaziya xelkê Îranê, berprisên warê aborî yên rejîmê,  wekî Mihemdbaqir Nobext berpirsê saziya Bername û Bodce û Mehmûd Hocetî wezîrê Çandinî û …whd, civînek bo pêşîgirtin ji arîşeyên ku jiyana xelkê kirine armanc pêk anîbûn.

Bêhrûz Nêi`metî Berdevkê heyeta mecilsa rejîmê, di civîneke rojnamevanî de ragehandibû ku, li gorî gelaleya ku di wê civînê hatiye de pesendkirin, ev wê alîkariya pere ji 20 milyon kesên ku dahata  mehane ya van kêmtir ji 3 milyon Tûmenî ye, û herwisa kesên ku di bin çavdêriya komîteya Îmdad û navendên piştevanîkirinê de ne wê bidin û  herwisa gotibû kesên dibin çavdêriya Komîteya îmdad ne,heya dawiya salê wê du caran alîkariya bi qasî 300 hezar Tûmenî werbigrin.

 Lê li Rezbera îsal heya niha xelkê tenê carekê ev alîkariya wergirtine û herwisa nêzîkî 1 milyon kesî jî, heya niha tu ev alîkariya wernegirtin e.

Lê,  heya niha nêzkî 1 milyon kesî ev alîkariya wernegirtine û berpirsên rejîmê jî berdewam soz û qewlên direv didin, û  ji aliyekî din ve ji bandora dorpêçên aborî yên li ser welat û betalbûna karxaneyên Pîşeyî dikin sedem.

Rewşa aboriya welat piştî dorpêçên aborî yên Amerîkayî yên li dijî wî welatî, roj li pey roj aloztir dibe, û rewşa derbaziya xelkê bi sedemên xemsariyên berpirsan û betalî û  givaşên aborî dijwartir dibe.

Ev rewşa di demekê de ku, rejîm bi hemû awayî piştevaniya malî û teqemeniyan ji girûpên terorîstî yên wekî Hizbulaha Lubnan, Husiyên Yemenê û Heşda Şe`ibî li Îraqê û … hdw dide.