Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîma Îranê bikarhênerên torên civakî bi “fitneçî” binav dikin

16:58 - 28 Şibat 2022

Berpirsên rejîma Îranê bikarhênerên torên civakî li dijî rejîm û fitneçî didin nasandin û bo rêgirîkirin ji mifahvergirtina xelkê ji torên civakî û bo sînordarkirina Întenetê dest avêtine bi dariştina reşnivîsekê.

Ew hewlên ku di wan rojan de rejîma Îrandê li binav meclisê li derheq sînordarkirina Înternetê dide, armancdar in û hewlê didin ku tohmeta dijayetîkirin digel rejîmê bo bikarhênerên tora civakî bidin.

Mifahvegirtina xelkê ji torên civakî, rejîm nigeran kiriye û berpirsên rejîmê bi çavek xirab mêzeyê torên civakî dikin û bo çareserkirina nigeraniya xwe û rêgirîkirin ji destpêregihîştina xelkê û sînordarkirina înternetê, dest avêtine bi pesendkirina reşnivîsekê.