Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîma Îranê bo gendeliyên xwe hêcetan tînin

17:07 - 31 Tebax 2021

Serokê rêkxirava Bername û Bûdeceya kabîneya “Îbrahîm Reîsî” gotiye: “Kabîneya berê ya Hesen Rûhanî di 5 mehên destpêkî yên îsal de 50 hezar milyar Tumen ji banka Navendî qer kiriye û ji niha ve bûye sedema enfilasiyon û ew siyaseta aborî, şaşiyên desthilat Rûhanî ne”.

Hesen Rûhanî ku li sala 1392an de bû Serkomarê Îranê, di hilsengandina enfilasiyon a heyam serkomariya “Ehmedînijad” de gotibû: “tawanbarê bingehîn yê enfilasiyona %42 ya desthîlata berê ye ku bi sedema geşeya aboriya pere û çapkirina 42 hezar milyard Tumen bo projeyên “Mesken a Mêhr”, aniye pêş.

Kabîneya Reîsî ku rexne ji wan siyasetên bilindbûna enfilasiyonê heye ku desthilata Rûhanî ew li pey xwe aniye, li wê naçe ku ew enfilasiyonê çareser bike, çimkî  çendîn caran dijayetiya xwe digel danûsatndinên Bercam û “FATF”ê kiriye.