Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîma Îranê bona xapandina xelkê ji ayînê mifahê verdigrin

19:25 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2022

Pêşnimêjê bajarê Kerecê û nûnerê rêberê rejîma Îslamî ya Îranê “Mihemed Mêhdî Husênî Hemedanî” di xutbeya roja Înê de got: Kempêynên nerazî yên li dijî hicaba bi zorî qonaxa pêş reşkirina fîzîkî ya Îmam e.

 Herwisa navbirî, bi danaberhev a rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” digel Îmamê sêyem yê Şî`eyan, kempêyn û xelkên nerazî yên li dijî hicaba bi zorî bi faktora sereke ya lawazkirina pêgeha Îmam li Îranê de da zanîn.

“Mihemed Mêhdî Husênî Hemedanî” di berdewamiya gotinên xwe de, kempêynên kesayetiyên Olî yên li dijî hicaba bi zorî rexne kir û got: “Hêla tevlîhevkirina mijarên rojane yên civakê yên weke şeref û hicaba çalak, berê di hêla tevlîhevkirina kempêyna di bin navê “Ez bi xwe hicabî me lê li dijî geşta îrşad im” hatiye lidarxistin.

Navbirî kempêynên li dijî hicaba bi zorî, şer digel Sefîn û birêverbê wê bi Spaha Muawiye daye zanîn.

bi sedema bilindbûna nirxan û betalbûna sazgehên pîşeyî, nebûna hêlên kar bo welatiyan, nebûna azadiya gotinê û herwisa azadiya çapameniyan, xelk rojane bi berdewamî kûmbûnên nerazîbûnan lidardixînin û rejîma gendel û zailm jî bona xapandina hizr û raman welatiyan, bi lidarxisitina civînên olî û xudbeyan dixwaze xwe ji bersivdan xelkê rizgar bike.