Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîma Îranê derheq zêdebûna asta tûşbûyên vîrûsa Koronayê xemsar in

10:39 - 16 Adar 2020

Di demekê de ku amara tûşbûyên vîrûsa Korona li Îranê, di her 24 demjimêran de zêdetir ji 100 kesî ye, Serkomarê Rejîma Îranê, Hesen Rûhanî, bo careke dinê jî tekez kiriye ku, “me tiştek bi navê qerentîne tinîne”.

Roja Yekşemî, 25`ê Reşemê, Hesen Rûhanî, gotibû ku tevî wê yekê em li hemberê Koronayê sekînandine, dibe pirotokolên tenduristiyê bêne berçavgirtin û hevdem karûbarên aborî bi awayekî asayî bi rê ve herin.

Eve di halekê de ye ku piraniya welatan ku hejmareke kêmtir ji qurbanî û tûşbûyên vîrûsa Kononayê li gor Îranê hene, dest bi qerentînekirina giştî kirine.

Pêka amarên fermî yên Wezatera Tendurist a rejîma Îranê, hejmara qurbaniyan di Îranê de gihîştiye 724 kesan û zêdetir ji 14 hezar kes jî, tûşê wê vîrûsê bûne.

Di rewşekê de ku vîrûsa Korona di Îranê de belavbûye, rejîma Îranê di hewlê de ye ew rewşe ku gef e li ser canê xelkê asayî nîşan bide û ti pêngavekî micid bo kontrolkirina wê rewşê hilnagire.

Ji aliyek dinê jî ku, fermandê hêzên întizamî yê rejîma Îranê Husên Eşterî, ragihandibbû: “Qerentînekirina bajaran “şerê rewanî yê dujminan” e, eve jî di halekê de ye ku, xelkê parêzgeha Xûzistan û çend bajarên din yên Îranê, ji roja Yekşemî, 25`ê Reşemê ve ji aliyê xelkê medenî ve hatine qerentînekirin.