Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîma Îranê gotinên cuda derheq vaksîna Koronayê hene

12:22 - 25 Kanûna pêşîn 2020

Banka Navendî ya rejîma Îranê daye zanîn ku destûra dana pere bo kirîna vaksîna Koronayê daye lê Spaha Pasdaran a terorîst naxwaze vaksîna biyanî bikar bîne û dixwaze vaksîna xwecihî bo endamên xwe û xelkê bikar bîne.

Roja Pêşncşemî 24ê Kanûna Pêşîn, Serokê Banka Navendî  a rejîma Îranê, “ Ebdulnasir Himmetî” ragihand: “Min destûra dana pere bo kirîna vaksîna Koronayê daye”; Serokê Enîstîtoya Pastor a Îranê jî ragihandiye ku vaksîna Koronayê dê 6 heta 8 heftiyên dinê radestî Îranê bê kirin, lê Spaha Pasdaran naxwaze vaksîna biyanî bo pêkuta endamên xwe bikar bîne ku cihê şik û gumanê dibîne!.

Li wê derheqê de, Cihgirê Hevahengkerê Spaha pasdaran a terorîst, pasdar “Neqdî” ragihand: “ em birêveberê karûbarên tenduristî û dermanan nînin û li biryarên pisporîyê wî alîyê de destêverdanê nakin!!!”.

Herwisa navbirî got: “Pêka pêşniyara hin pisporan şik û gunanên micid yê karnasên dinyayê û derbasbûya berhemhênerên wan vaksînan hene , em bona endamên besîc û Sipahê wan vaksînan bi sedema awayê karlêkeriya taybetiya wê vaksînê!, bikar nayînin.

Wî pasdarê rejîmê got: “em neyarê kirîna xelkê Îranê bi wan vaksînên biyanî ne jî, lê kirîn û bikar anîna wê di deshilata wezareta tendirustiyê deye.