Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîma Îranê hêla înternetî û sîstema online sîstemek gemar dizanin

12:23 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2022

Berpirspên rejîma Îranê ji ber eşekerebûna gendeliyên xwe sîstemên online û hêlên înternetê tiştek xerab û gemar didin zanîn.

Pêka rapora ku Nûçegihaniya “Aftab” ya girêdayî rejîmê weşandiye: Birêveberekî rejîmê yê malnişînkirî li derheq bernav an hemen kod ku, di hesabên hevpar yên sade digel pir pirjmarên hesabên bankên weke Çekavok, Seyad, Şeba, Şehab û Şaperek de cihgîr nabin, got: Her pirojeyek ji sîstemên pêşkevtî bona xizmetguzariyan bi milyardan pere hewce ye, girîng nine wiha be çimkî mejiyê xelkê tevlîhev dibe, û zelalbûn jî bo xelkê ti qezencek tune ye.

Di welatên pêşkevtî de, baldan li warên xizmetguzariyan de weke, zelalkirin û girîngitr ji hemûyan vejoya zêrîn, di kêmkirin û pêşîgirtin ji gendeliyên dewletî de bikar tînin.

Amerîka tev xizmeguzariyên dewletî yên weke dana deynê ji xelkê re, hêsankariyên bankî, xizmetguzariyên bo kêmendaman û rewşên lezgînî heta bo herêmên sor pêstan jî, bi awayek pir hêsan rê dixîne.

Lê tevî wan hêsankariyên alavên pêşkeftî, dewlet û burokratên rejîma Îranê bona gendeliyên xwe, sîstema eleteronîkî gemar û henek didin zanîn.

Gendelî mîna çemeke madeyên helandî ye dema gendelî avahî û bi kok be, ferq nake ku çend malper an sîstem ji bo ji holê rakirina vê rewşê hewl didin, çimkî sîstema birêveberiya rejîma Îranê li ser gendelî û diziyê hatiye avakirin û ji ber vê yekê ye jî, berpirsên rejîmê naxwazin ti hewlek bona zelalkirinê bê encam dan.