Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîma Îranê Îsraîlê bi tawanbarê kuştina pasdar Muhsin Fexrîzade dizanin

12:11 - 28 Çirriya paşîn 2020

Piştî kuştina pasdarê terorîst û bisporê zanista navikî “Muhsin Fexrîzade”, berpirsên rejîma Îranê dewleta Îsraîlê bi tawanbarê wê kiryarê didin xuya û dane zanîn ku dê tolhildaneke dijwar ji Îsraîlê hildin.

Roja Înê 27ê Çirriya Paîşîn, berpirsekî Spaha Pasdaran a terorîst û bisporê zanista navikî ya rejîma Îranê, yê bi navê  “Muhsin Fexrîzade” di operasiyonekê li derdorê bajarê Tehranê hate kuştin ku berteka berpirsên rejîma Îranê li pey xwe anî û pêka gotina wan, Îsraîl berpirsê û darêjerê wê êrîşê ye.

Wezîrê Îtilaata rejîma Îran, “Mehmûd Elewî” ragihand ku li pey bikerên kuştina “Muhsin Fexrîzade” ketine û dê tola wî hildin; Fermandeyê Biryargeha Giştî yê Hêzên Çekdarê Îranê, “Mihemed Baqirî” li vê derheqê de got: “Girûpên terorîstî, biryarderên wan û bikerên wî karê xirab bizanin ku dê tolhildaneke dijwar li pey wan e”.

Herwisa Wezîrê Derve yê rejîma Îranê, “Mihemedcewad Zerîf” dabû zanîn ku Îsraîl di wê kuştinê de rol hebûye.

Herwisa şêwirmendê Xamineyî, “Husên Dêhqan” daye zanîn ku rejîma Îranê tolhildaneke dijwar dê li Îsraîlê hilde.

Sedem û bikerên Kuştina wî pasdarê terorîst hêj bi tewawî rohn nebûye, lê berpirsên rejîma Îranê Îsraîlê tawanbar dikin û renge kuştina wî sedemên navxweyî yên rejîmê jî hebin.