
Kurdistanmedia: Hin berpirsên payebilind yên rejîma Îranê ji bo ku givaşan li ser xwe kêm bikin dest bi navtêdana welatên Erebî dikin.
Hesen Rohanî serkomarê Îranê di dema axavtina ji hêzên leşkerî yên rejîmê re got ku em berevankarê maf in û destêverdanê di karû barên tu welatekê de nakin, lê rejîma Îslamî ya Îranê tevî topbarankirina berdewam ya sînorên Herêma Kurdistana Başûr, û duhefteyan berî niha jî, bi mûşekan êrîşî ser binke û baregehên Partiya Demokrat di kûrahiya axa Herêma Kurdistan li bajarê Koyê kir û hejmareke xuya ji jin û zarok û xelkên sivîl bûne qurbanî û berpirsên rejîmê kiryarên bi vî rengî destêverdan nadine zanîn.
Hevdem Larîcanî serokê mecilsa rejîmê jî, ji welatên Erebî re gotiye ku, Tramp li pey pere û serweta we ye, û tu buhayekê ji bo we nadanê.
Berpirsên rejîmê bi axavtinên wiha dixwazin welatên deverê bixapînin û van li dijî xwedîhêzan navtêbidin û van tûşî şer bikin, û di kêlega wê de jî, kiryarên terorîstî yên xwe berdewam bikin.
Rayedarên rejîmê sînor derbazkirin, şandina hêz bo Sûriyê, û çekdarkirina girûpên terorîstî û şandina van bo şer di Sûriye û Îraq û Yemenê de, û destêverdan di referandoma 16`ê Îlona 2017`an ya Herêma Kurdistanê de, kiryarên têkderane yan jî destêverdan di karûbarên welatên deverê de nizane.