Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîma Îranê li dijî Amerîkayê fitneyan diafirîne

13:17 - 8 Hezîran 2021

Du berpirsên ewlehiya Amerîkayê ragihandine ku karbidestên Komara Îslamî di nav torên civakî de mijûlê zêdetikirina propagendên ewlehî bona xweşkirina agirê fitneyan li hundirê Amerîkayê ne.

Du berpirsên ewlehî yên Amerîkayê ragihandine, ku di salên borî de, rejîma Îranê piştî çend bûyerên girîng di Amerîkayê de ku yek ji wan hilbijatin di Amerîkayê de bû, çalakiyên xwe yên belavkirina dengoyan û belavkirina nûçeyên çewt zêde kirine û şêwaza karê rejîma Îranê bona karlêkerî li ser Amerîkayê wek Rûsiyê ye.

Ye ji wan berpirsên Amerîkayê bi Nûçegihaniyan re daye zanîn, ku Îran ji şêwaza karê Rûsî mifahê werdigre, wek afirandina fitneyan, derbelêdan bi morela dewleta Amerîka li hundir û civaka navnetewî û bi pêşxistina armancên xwe yên jeopolîtîk.

Îran wan fitneyan netenê li Amerîkayê bi rê ve dibe û li ser Şîeyên Ereb li Îraqê û herwisa li ser xelkê bakurê Afrîqayê yên Firansîziman jî bi rê ve dibe, û kanala televîzyona “Hispan TV” a rejîma Îranê ku bi zimanê Ispaniyayî belav dibe, wan fitneyan bi rê ve dibe.