Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîma Îranê weke “Xomêynî” şer bi xêr û bereket dizanin

13:34 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Piştî axavtinên “Mik Pompeo” yên di civîna digel hevwelatiyên Îranê yên ku niha di Amerîkayê de akincî ne, û bi armanca piştevanîkirina li xelkê Îranê, karbidestên rejîma Îranê, bi awayê cur bi cur gefan li Amerîkayê dixwin.

Li gorî raporên belavbûyî, karbidestên rejîma Îranê derheqê axavtin û nirxandina berpirsên Amerîkayê de, ji bilî axavtinê sivik weke edetên hertimî yên xwe, vê carê gefa şerê leşkerî li Amerîkayê dixwin.

Li hemberî nirxadanên berpirsên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê, nûnerê rejîma Îranê di meclisê de, hişdarî dane “Elî Larîcanî” serokê meclisê, ku me çavnihêriyeke zêde ji we heye, û hûn dibe bersiva axavtinên bê qîmet yên “Trump” bidin; “Larîcanî jî di bersiva vê nerazîbûnê de gotiye ku: “Trump” di asta navdewletî de kesekî şeranî ye, û hewce nake ku guh ji axavtinên wî bigirin.

Hevdem pasdarê terorîst “Muhsin Rizayî” rû li Amerîkayê bas ji vê kiriye ku, Amerîka dibe haydarê xwe be, çimku 50 hezar leşkerên wan li jêr kêrika me de ne, û herwisa “Mihemedbaqir Nobext” serokê navenda giştî ya hêza çekdarên rejîmê jî tevî bikaranîna “dêla Şêr” gef li Amerîkayê xwar,  û got ku: Berjewendiyên Amerîkayê li jêr destê me ne,  û hekî Amerîka karekî encam bide, digel helwêsta tund a me wê rûbirû be.

Her di vê derheqê de hindek berpirsên din yên rejîma Îranê, weke, “Mihemedcewad Zerîf” Wezîrê Karûbarên Derve yê rejîma Îranê, “Mistefa Taczade” cihgirê Ewlehiya Wezareta rejîma Îranê, “Sadiq Zîbakelam”, “Mihemednebî Hebîbî”, bi awayên cur bi cur êrîşî ser Amerîka kirin û gefên şer li Amerîkayê xwarine.

Givaşên Rojava û bi taybet Amerîka ji bo kontrolkirina rejîma Îranê û heta guhertina vê rejîmê gav avêtiye nav qonaxeke nû de, û li hemberî vê de jî, beprisên rejîma Îranê tenê gefên şer li Amerîkayê dixwin.