Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîmê bi awayên cuda sivikatiyê bi hevwelatiyên Kurd dikin

12:58 - 29 Tebax 2018

Kurdistanmedia:  Berpirsên rejîma Îranê bi awayên cuda  sivikatiyê bi hevwelatiyên Kurd yên akinciyên gundên li ser sînoran dikin.

 Li gorî raporta ku medyayên navxweyî  belav kirine, birpirsên rejîmê di gundê “Kozereş” a girêdayî devera Şipîran a ser bi bajarê Selmasê bi cihê avakirina kargehên Pîşey û  dirustkirina derfetên  kar ji bo xelkê wê deverê, park û cihê xwe şimtandinê avadikin.

Rewşa hevwelatiyên Kurd yên di  deverên sînorî de di warên kar û derbaziya  jiyanê  de gellek xirabe, xelkên van deveran ji ber betalî û nebûna karxane û kargehên Pîşeyî   herwisa ji bo dabînkirina hewcehiyên jiyanê, rû li bajar yan welatên cîran dikin.

Hêjayî basêye ku, hevwelatiyên Kurd  di deverên sînorî de,  di piraniya caran de jî,ji bo dabînkirina dahata jiyana xwe, neçar dibin dest bikarê kolberî bidin, û ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîm û  bi destûra neberpirsên rejîmê ve rastî gullereşandinê tên û di piraniya caran de jî  Kolberên Kurd birîndar dibin yan jî ji bo paryek nan canê xwe ji dest didin.

 Berpirsên rejîma Îranê jî, bi pirojeyên bi vî rengî  di van deveran de, curek sivikatî û xapand in bi hevwelatiyên Kurd dikin.