
Kurdistanmedia: Desthilatdarên rejîmê biryara Elî Xamineyî bona kuştina xwenîşanderên meha Xezelwerê piştrast dikin.
Axûnd Heyder Muslihî, Wezîrê berê yê îtila`ata rejîmê û yek ji kesên emniyetî yê nêzîkî Xamineyî gotiye: Rêberê rejîmê bi fermanekê hemû pîlanên dujminan kire bilqên ser avê, û bi piştgîriya ji helwêsta berpirsên dezgehan, agirê fitneyê gelek zû temirand.
Ev gotina Heyder Muslihî, piştrastkirina rapora Roytêrsê ya ku ragihandibû, ku şexsê Xamineyî biryara kuştara xwenîşanderan daye û fermana kuştina 1500 kesî Xamineyî daye.
Pêka rapora Roytêrsê ku 1500 kes ji xwenîşanderan bi biryara Xamineyî hatine kuştin, lewma Xamineyî dibe wekî cinayetkarekî şer bête naskirin û mehkemekirin.
Berê jî, Fermanderekî Spaha Pasdaran a terorîst di parêzgeha Kirmaşanê de ragihandibû, ku biryara teqekirin û kuştina xwenîşanderan, ji serê ve bi me re hatibû danê, ku di wê biryarê de hatibû ku bi ti awayekî rehmê li xwenîşanderan nekin û koka wan biqelînin, li ber ewê ku rejîm ji sernixûniya xwe ditirsiya.
Pareke Sazî û çalakvanên mafê mirov ji Sazî û Navendên Navwnetewî dixwazin, ku Xamineyî wekî biryarderê Kuştara xelkê sivîl, wekî cinayetkarekî dijî mirovahiyê bidine nasandin û cezadan.
Pêka mada 7 ya peyrewa Romê, biryara êrşa hêzên çekdar bo ser xelkê medenî û sivîl, cinayeteke li dijî mirovahiyê tête hisab.
Lewma egera hindê heye ku di paşerojê de, pirsa biryara Xamineyî, di dadgehên Navnetewî de bê ber bas û Xamineyî wekî cinayetkar bête nasandin.