Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîmê bixwe îtiraf bi destpîsiyên xwe dikin

12:33 - 10 Hezîran 2019

Kurdistanmedia:Destpîsî di gumrikên Îranê de, bêdadiyê dike û berpirsên rejîmê bixwe jî, îtrafê bi vê kiriyara qirêj dikin.

Endamê berê yê odeya bazirganî Pêdram Siltanî got: Bêguman dema te`rofe bilindbin wê di gumrikê de jî, destpîsî wê hebe, û saxlemtirîn gumrikên cîhanê evin ku terfe %1 heya %2 ji yan jî zêdiyî %4 ji e,ku, bo %4 ji kesên ku destpîsî encam didin bo anîna alavan azadin.

Herwisa wî berpisê rejîmê eşkere jî kir: Gumrika me destpîtirîn cihê cîhanê ye, û eva di demekê de ye ku, welatên wekî, Qeter, Hongkong, Dubay, û Sengapûr, saxlemtirîn gumrikên cîhanê ne.

Navbirî ev yeka jî zêde kir: Îran ji van welatane ku anîna gellek tişatan yên wekî meşrobat û perê biyanî qedexeye, lê, mixabin, niha di welat de, dikarî meştorbatê bi hêsanî û bi nirxeke gellek kêm bikirî.

Ev yekem car nine ku berprisên rejîmê bas ji destpîsiyê di îdareyên rejîmê de dikin berê jî çendîn caran bas ji destpîsiya berprisên rejîmê hatibû kirin, lê, ev tenê axavtine, bo çareserî û pêşîgirtin ji kiriyarên wiha tu pêngavek hilnegirtine, çimkû hemû berprisên rejîmê di bodceya dewletê de destpîsiyê dikin û ji berku navên yektir nedin eşkere kirin, mijarên wiha lêkolînê li ser encam nadin.