
Kurdistanmedia: Berprisên rejîmê bi çewtekariyan dixwazin xelkê bixapînin.
Fermander sînorî yê “NACA”ya rejîma Îranê, Qasim Rizaiy, di gotiye, em xwediyê rêber, xelk û kanzayên tijî ne, û baykut tu bandorekê li me nakin.
Wî beripirsê leşkerî yê terorîst yê rejîmê axavtina xwe wiha berdewam kir, em xwediyê sînorên berfireh in, û me tu pirsgirêkêk tunîne.
Ev axavtinîn Qasim Rizaiy di demekê dene ku, piştî vekşiyana Amerîkayê li lihevkirina navikî ya bi navê Bercamê ya digel rejîma Îranê û çalakkirina baykutên aborî li djî vê rejîmê, bo sebeba serîrakirina betalî û bilindbûna nirxan di nav civaka Îranê de.
Bi sebeba baykotên aborî yên li dijî rejîma Îranê, nirxên hemû tiştî roj lipey roj bilind dibin, hevwelatiyan şiyana dabînkirina hewcehiyên destpêkî yên jiyana xwe jidest dane.
Ji aliyekî din ve, ji ber dorpêçên aborî navendên Pîşey û karxane nikarin hewcehiyên berhemanên xwe dabîn bikin û betalbûne û bi neçarî hemû kedkarên ku di van navendên Pîşeyî de ku mejûlê karbûn derxistine.
Herwisa kompaniyayên biyanî jî, ji tirsa baykudên aborî yên li dijî vê rejîmê, dev ji bazirganîkirina digel Îranê berdidin û mi`amleyên xwe yên digel Îranê qutkirine.
Di rewşeke wiha de, hevwelatiyên Îranê ji ber nebûna kar û bilindbûna nirxan rû li diyardeyên wekî, îtiyad û xwekujiy dikin, roj nine ku nûçeyên welatiyên ku bi sedemên wiha dawî bi jiyana xwe tînin, yan rastî telaqê tên neyên bihîsitin.
Belatî û bilindbûna nirxan di nav civaka Îranê de serîrakirine, û welatî bo nîşandana nerazîbûnên xwe hemû rojê kombûnê nerazîbûnê lidarxînin.
Rejîma hov û dirinde bi cihê rizgarkirina welat li rewşa aloza aborî, dixwaze bi çewtekariyan xelkê bixapîne.
Herwisa wî berprisê rejîmê bas ji ewlehiya sînoran kiriye, lê, eva di demekê deye, ku hêzên girêdaiy rejîma gendel kolberên bê mertal ku bi neçarî rû li wî karê metirsîdar kirine, dikine armancên rasterast yên gulleyên xwe.