Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîmê direwên yektir eşkere dikin

12:50 - 10 Hezîran 2020

Roja Sêşemî 9`ê Hezîranê, Berdevkê Hêza Dadwerî ya rejîma Îranê, Xulamhusên Îsmaîlî, dabû zanîn ku, “kesek bi navê Seyid Mehmûd Mûsewî Mecd, bi sedema wê ku di kuştina pastarê terorîst Qasim Silêmanî de alîkariya “Mûsad û Siya”yê kiriye, bi îdamê hatiye mehkûmkirin.”

Lê Navenda Dadwerî ya Xamineyî, gotinên Xulamhusên Îsmaîlî red dike û dabû zanîn ku, “hemû qonaxên dadwerî yên dosya sîxurê “Siya û Mûsad”ê heyamek piştî kuştina Qasim Silêmanî hatiye cîbicîkirin.”

Herwisa daye zanîn ku hikmê îdama Mehmûd Mûsewî Mecd, di 3`ê Xermana 1398`an de hatiye cîbicîkirin.

Bi wî awayî Xamineyî û berpirsên Spaha terorîst dixwazin ku şikestên xwe veşêrin û wisa bidine zanîn ku dezgehên Îtila`atî yên welatên din nikarin di nav Spaha Pasdaran de sîxuriyê bikin.

Roja 3`ê Çileya Paşîn a 2020`an, Amerîkayê bi rêya balefirekî bê pîlot ve karwanekî çekdarên Heşdî Şeibî li balefirxaneya Bexdayê bombebaran kir.

Di wê bombebaranê de, Cihgirê Serokê Heşda Şeibî Ebu Mehdî Muhendis û Fermandarê hêza Quds a taya Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê, Qasim Silêmanî û 9 berpirs û çekdarên din ên Heşda Şeibî hatin kuştin.