Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîmê guhnadin bi malbatên zirar berketî

12:27 - 28 Adar 2019

Kurdistanmedia: Bi sedema baran gurr û rabûna lehiyî, hin bajarên Îranê zirarên canî û malî ber ketine.

Li gorî raporên belavbûyî, di heyama hefteya borî de, bi sedema barana gurr, bajarên wekî Şîraz, Gulistan, Loristan, Mazenderan û Serpêla Zehaw û Xozistan, rastî lehiyî hatine û zirarên canî û malî berketin, li bajarê Xorasanê, baran gurr û lehiyî avahiyên gundiyan herifandine, heya terşên van jî tevlî lehiyê bûne ji dest dane, û hevwelatiyên Kurd yên ku li zozanên derdora wî bajarî de akincîne, hemû tiştên xwe ldi baran gurr û rabûna lehiyî de ji dest dane.

Hevwelatiyên Kurd yên ku gundên derdora bajarê Xorasana Bakûr de akincîne, di kurte vîdyoyê de ku li torên civakî de belavbûiye wiha dibêjin, ku barana gurr û lehiyê avahiyên me herifandine û terş û dahata me digel xwe biriyê lê navendên Hawar hatinê yên rejîmê tu alîkjariyek di vê derheqê de nedane me û tenê xêvetên vala rasdetî me kirine, niha me heya tiştên xwarinê jî nînin.

Herwisa amara hevwelatiyên ku di vê bûyera xwezayî de canê xwe ji dest dane wiha ne, 19  kes li bajarê Şîrazê, 1 kes li parêzgeha Xozistan,1 li parêzgeha Kohkêliye û Bûyerehmed, 5 kes li parêzgeha Gulisatn, 2 kes li parêzgegha Loristan, 1 li parêzgeha Sêmnan û 1 din jî li parêzgeha Kirmaşanê bi sedema baran gurr û rabûna lehiyî canê xwe ji dest dane.

Herwisa li bajarên Kurdistanê yên sînorî jî lehiyî mînên çandî yên ku ji aliyê hêzên dagêkar yên rejîmê hatine di van sînoran de hatine çandin derxsitine û ev bo derdorên gund û cihên akincîbûna hevwelatiyan birine, û her di vê pêwendiyê de jî ku li ser torên civakî wekî “twittrre” nivîsîne ku, wir cihêjiyanê ne mînan û dibe bê pajkirin.

Hevwelatiyên zirar berketî di torên civakî de nerazîbûnên xwe derheq xemsarî û guhnedana navendên Hawarhatin û herwisa berpirsên pêwendîdar nîşan dane, û gotine tu navendeke hikûmetê di hawara me de nayê tenê xêvetên vala radestî me kirine, û niha me hemû mal û halê xwe ji dest daye û em bê stragehin.