Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîmê her roj yekitir rexne dikin

13:19 - 15 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Pêşnimêjê bajarê Qomê, bi sebeba xemsariyên berpirsên rejîmê ev rexne kirin.

 Roja Înê 14`ê Hezîranê, pêşnimêjê bajarê Qomê Hucetul El-Îslam Mucteba Zulnûr di xutba xwe de wiha got: Rewşa aboriya xelkê welat tu baş nine û welatî rastî pirsgirêkên bêsînor di warê aborî de hatine û aciziyan dibînin, lê, heya niha tu berprisek li hemberî arîşeyên aborî yên welat de xwedî dernaketiye.

Herwisa wî berpirsê rejîmê got: Welat di rewşeke aloza aborî de derbaz dibe, û arîşeyên welat bêsînorin, lê, arîşeyên wiha bo hin berpirsan tu mihum nînin û di vê derheqê de tu hewlekê bo çareserkirina van nadin.

Wî Axûndî rejîmê di xutba Înê de,wiha berdewamkir ku, hin kes arîşeyên welat li stûyê nizamê dixînin lê, wisa nine, belkû sebebkarê hatina gorê ya hemû arîşeyên wiha, jênehatîbûn û xemsariyên berpirsan e.

Rejîma Îslamî ya Îranê, di 40 sal temenê nehs û biyom ê xwe de, bi hemû awayî aciziya welatiyan kiriye û neteweyên xeryî Fars jî li hemû îmkanatên dewletê bê par kiriye, her bi vê sebebê jî, Amerîka û Hevalbendiya Ewropayê jî bo guhertina reftarên rejîmê derheq welatiyên Îranê û rewşa ewlehiya dever, cîhanê û herwisa welatiyên Îranê, navendên aborî û hin berpris û kesayetiyên girêdayî vê rejîmê baykut kirine, û her bi vê sebebê jî rejîma Îranê di rewşa herî aloz a aborî de derbaz dibe, û her roj berpirsek yên din rexne dike.