Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîmê îtiraf bi guhertina rejîmê dikin

17:33 - 24 Adar 2019

Kurdistanmedia: Her yek ji berpirs û karbidestên rejîma Îslamî a Îranê, bi awayekî bas ji guhertina desthilat û nizamê dikin.

“Mistefa Taczade” Endamê Saziya Mucahidîn a rejîma Îranê, pêşniyar kiriye ku, dibe postên rêberî û serkomarî yên rejîm bên guhertin.

“Mhemedhusên Sefar Herendî” endamê Civata Diyarîkirina Berjewendiyên rejîmê jî, her di vê pêwendiyê de bas ji wê kiriye ku, baştire birêvebirina welat bi wan Serokwezîrên ku ji aliyê meclisê ve hatine diyarîkirin bê spartin, û ewa jî dijberiyarê ‘Elî Mutehedî’ cêhgirê serokê meclisa rejîmê lê ketiye,  çimkû navbirî li ser wê baweriyê ye ku, vêdebirina posta serkomarî’ dibe sedema wê ku rola xelkê kêm bibe, û navbirî herwisa rewşa niha ya Îranê bo şopandina yasaya bingehîn baştir nizane, û sebeba wê jî bo dorpêçên aborî daye zanîn.

Gotinên Mutehirî yên derheq bi kêmbûna rola xelkê di demekê de ye ku, berpirsên rejîma Îranê bi rêxistin û birêvebirina hilbijartinên nimayêşî di walet de, ku encama wê xuyaye,  mijûlê çewatekariyanin û rastiyan wisa nîşan didin, ku li gor gotinan di hilbijartinan de dengê xelkê mohimin, û mînaka herî berçav hilbijartinên sala 1388`an bû ku nerazbûnên xelkê li pey xwe hebû û xelk bo berevanîkirin li dengê xwe yên ku ji aliyê rayedarên rejîmê ve hatine dizîn rijyane ser şeqaman.

Nîqaşên derheq guhertina nizama siyasî ya Îranê bo yekem car sala 90`î, ji aliyê “Elî Xamineyî” rêberê rejîma Îranê hate kirin, û heya niha desthlatdarên rejîma Îranê bo guhertina wê nizamê tu karek encam nedane, û eva di demekê de ye ku, ne nizam û ne jî desthilatdarên rejîma Îranê rewabûna van di nav xelkê de nemaye.