Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîmê îtiraf bi şikestina aboriya xwe dikin

13:22 - 27 Nîsan 2020

Serkomarê rejîma Îranê, “Hesen Rûhanî”, dibêje ku em dizanin 1 milyon tumen alîkarî, pereyekî wiha nine, lê me zêdetir ji wê tinîne.

Serkomarê rejîma Îranê, “Hesen Rûhanî” di bersiva hevwelatiyên ku bas kiribûn, alîkariya 1 milyon tumenî pereyeke gelek kême got: “Wama 1 milyon tumenî pereyekî wiha nine lê em ji wê yekê zêdetir nikarn bidin, çimkî şiyana me her hinde ye”.

Ew gotinên Serkomarê rejîma Îranê di halekê de ye ku hejmareke zêde ji malbatên kêmdahat yên Îranê di wan rojên dawiyê de berdewam baskirine ku ew pere ti alîkariyeke wiha bi wan nade û kêm e.

Serkomarê rejîmê îdia kiribû ku kelûpelê dermanî yên Îranê di asteke bilind de ne û wan ti hewcehiyeke bi kelûpelên dermanî nîne û heta dikarin emrazên nasîna Koronayê wate (kît)ên nasîna Koronayê bo derveyê welat jî bişînin.

Ev îdiaya Serkomarê rejîmê di halekê de ye ku, heftiya derbasbûyî, Saziya Nizam a Pizîşkî ya rejîma Îranê gotibû, ku me hewcehî bi kelûpel û emrazên dermanî heye.

Serkomrê rejîmê ji aliyekê îdia dike û ji aliyek din jî bas ji şikestina aboriya Îranê dike. Navbirî wekî mirovekî du rû tê xuyakirin. Ev yeka jî êdî bo xelkê Îranê derketiye û xelk agehdarê direwên rejîmê bûne.