Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîmê li dijî yek bertekan nîşan didin

11:59 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Berpirsê rojnameya “Keyhan” li dijî biryarên serkomarê rejîmê bertek nîşan dan.

Li gorî nûçeyên navxweyî yên belavbûyî, berpirsê rojnameya “Keyhan” Husên şerî`etmedarî, bi weşana nivîsekê di rojnameya Keyhan de li derheq biryara serkomarê rejîmê Hesen Rûhanî bi merema ku bûdceya Saziya deng û rengê qutkiriye çendî bertekên cuda nîşan da û got: Sebebên qutkirina bûdceya Sê meh a Saziya deng û reng, tenê rêzefîlmên (Gando) bûn ku em ji aliyê rejîmê ve rastî rexneyan hatin.

Navbirî di nivîsa xwe de daye zanîn ku,  bûdceya welat milkê şexsî ya dewletê nîne ku çawa ew hez bikin xerc bikin û bo her cihekê jî hez bikin bişînin, erkên dewletê tenê dabîn kirina bûdceyêye, ew jî ne bi meyla xwe, belkû bi destûra ku ji aliyê meclisa şivraya Îslamî ve ku tê pejirandin û pêradigihîje.

Herwisa şerî`etmedarî di berdewamiya nivîsa xwe de gotiye, kiryarên wê dawiyê yên dewletê ev nîgeraniye li pey xwe heye ku, dewlet ew pareyên (Beytûlmalê) ku bo girûp û Saziyên terorîstî yên derveyê welat dişîne, hekî rojekê bo hevwelatiyan bê eşkire kirin yê çawa ew kiriyarên xwe pine bikin.

Êdî berpirsên rejîmê jî baweriyan wan li yektir nemaye û tenê çavên wan li pey pareye hekî pare ji wan re bê qutkirin, bi zûtirîn dem lidijî yek nîvîsan belav dikin, eve di halekê da ye ku, bo xelkê jî derketiye ku rejîm dahata welat bo kiryarên terorîstî bikar tîne, û berpirsên rejîmê jî yek lipey yek dizîkariya rejîmê eşkire dikin.