
Wezîrê “Ferheng û Îrşad” ê rejîm Îranê, hişdarî daye endamên Şêwreya bajarê Tehranê, ku di axavtinên xwe de tenê amarên ku Wezareta Tendirustî dide bikar bînin.
Wezîrê “Ferheng û Îrşad” ê rejîma Îranê, Ebas Salihî, di nameyekê de daxwaz ji “Muhsên Haşimî”, Serokê Şêwreya bajarê Tehranê û endamê wê Şêwreyê kiribû ku, xwe li amarên xeyrefermî û dûr ji çavkaniyên fermî biparêzin û eve dibe sedema vê yekê ku medyayên din mifahê lêwerdigrin.
Di heyama çend roj beriya niha de Serok û hin ji endamên Şêwreya bajarê Tehranê gotibûn, ku amara tûşbûyên Koronayê zêdetir ji wê yekê ye ku Wezareta Tendirustî belav dike.
Endama Şêwreya bajarê Tehranê, Zahîd Xudakeremî jî, li 27`ê Xakelêwe, dabû zanîn ku rojane 70 heya 100 kes ji nexweşên canjidestayî ên Koronayê di wî bajarî de têne çalkirin.
Pêka amara ku ji aliyê Şêwreya Tehranê ve hatiye diyarîkirin, ji Befranbara par ve heya niha, 4 hezar heya 5600 kes bi sedema Koronayê di bajarê Tehranê de canê xwe ji dest dane, ku ew amare digel amara giştî a Îranê ku ji aliyê Wezareta Tendirustî ve tê belavkirin hember e.
Herwisa Mihemed Cewad Heqşinas, Endamê Şêwreya bajarê Tehranê gotibû ku, amara Wezareta Tendirustî li derheq Koronayê digel amara ku endamên Şêwreya Tehranê dide, vekhev nînin.