
Kurdistanmedia: Bi sebeba rewşa aloz ya aboriya rejîmê û xirab bûna rewşa derbaziya xelkê, berpirsên rejîmê bo ku xwe bêsoç nîşan bidin yektir tawanbar dikin.
Berprisê Odeya Bazirganî yê rejîma Îranê Xulamhusên Şaf`î, di civîna nûnerên Odeya Bazirganî ya bajarê Tehranê de got: Niha di rewşa herî xirab û şerê aborî de derbaz dibin û ji aliyekî givaşên baykutên aborî ne û ji aliyekî din ve jî, li hûndir derbê li pêkera aboriya welat didin û serî li me gêjbûye, û nizanin çi bikin.
Wî berpisê rejîmê cîbicînekirina soz û qewl,dirûşmên piştevanîkirina li terhên berhemanînê, û gotinên ku ji aliyê berpispên payebilind û dewletê ve didin rexne kir, û got: Digel vê yekê ku ev çend salin em îd`aya berhemanînê dikin û xwe wekî mertalekê li hemberî derbayên aborî didin zanin, lê, niha encama soz û qewlên me tunîne û berhemanîn jî gellek kêm bûye.
Herwisa Xulamhusên Şaf`î, ev yek jî zêde kir: Niha dibe em guherînkariyekê derheq guhertina berprisan de pêk bînin, û ev jî ji ber jênehatîbûn û xemsariya berprisane, çikmû niha, welatî li hemberî avahiyên odeyên bazirganî de derbaz dibin û wisa hesab dikin ku, komek kesên dewlemen û bê pirsgirêk wir rûniştine, lê wisa nine, dibe em rastiyan ji xelkê re bidin zelalkirin, ku, hem li derve û hem jî li hûndirî welat rastî derbeyan dibin, berprisên me jêhatî nin û berhemanîn bi qasî kêm bûye ku niha em di hemû warî de rastî astengiyan dibin.
bi sedeba rewşa xirab ya aboriya welat, û eşkerebûna jênehatîbûna berpirsên rejîmê, û herwisa hederdana hemû serwet û samana dewletê, û hejarbûna xelkê welat, rewşa wisa ne ku, berprisên rejîmê bo ku di vê derheqê de xwe bê soç nîşand bidin, yektir tawanbar dikin.