Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpisên rejîma Îranê, dev ji Îranê ber didin

13:27 - 7 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Li ser sînorê bajarê Sêro  a ser bi parêzgeha Urmiyê, moreyekî din yê rejîma Îranê, digel pereyekî zêde ku dixwast Îranê biterkîne, hate destibiser kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê,  kesekî ser bi rejîma Îslamî a Îranê ku nêzîkî 800 milyard Tûmen perê nexd pê bûye, û xwastiye ji riya sînorê bajarê Sêro yê, biçe bo welatê Tirkiyê, hate destibiser kirin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, di vê pêwendiyê de daye xuyakirin ku: “wî morê ser bi rejîmê, 800 milyard Tûmen perê nexd pê bûye û ev pareye jî yê Şaredariya bajarê Urmiyê bûye”.

Her di vê pêwendiyê de, nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê bas ji vê yekê jî kiriye ku, du enbarên birnic yên qorixkirî ku zêdeyî 2 hezar ton birinc tê de bûye destbiserde hatiye girtin û ew enbare jî yê “Mihemed Heziretpûr”  şaredarê bajarê Urmiyê bûye ku bi armanca qorixkirinê mifah jê wergirtiye.

Hevdem pêşnimêjê bajarê “Xoyê” ku 50 kîlo zêr pê bûye û xwastiye biçe bo welatê Tirkiyê, lê  ev jî hate destbiser kirin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê li bajarê “Xoyê”, roja 26`ê Gelawêja 1397`an, ragehandiye ku, “Mu`ihd Husênsedir” yê bi nav nûnerê berê yê bajarê “Xoyê” di meclisa rejîmê de, xwastibû ji riyia sînorê “Razî” a vî bajarî ve ber bi welatê Tirkiyê bireve, ew berpirsê rejîmê bi milyonan Dolar perê nexid pê bûye û ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye destibiser kirin.

Piştî têkçûna rewşa siyasî û aborî a rejîma Îranê, berpirsên payebilind yên vê rejîmê, ji riya sînorê parêzgeha Urmiyê ve ber bi welatên cîran direvin, û bi sedema vê ku berpirsên îtila`atê di van dizîkirinan de pişkdar nakin li nêzîkî sînoran tên girtin.