Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berprisên rejîmê bixwe rewşa derûnî ya welatiyan rexne dikin

18:01 - 6 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Wezîrê Tendrustiyê yê rejîma Îranê, bi sedema rewşa derûnî ya hevwelatiyan, rejîm rexne kir.

 Roja Duşemî 16`ê Banemra 1398`an(6`ê Gulana 2019`an) Wezîrê Tendrustiyê yê rejîma Îranê Se`îd Nemekî, di destpêkirina festîvalê de bi sedema rewşa derûnî ya xelkê Îranê berpirsên rejîmê rexne kir û wiha got: “Rewşa derûnî ya xemokî bo tûşbûn bi diyaredeyên wekî îtiyad û arîşeyên civakî amade ye, çima amara jehrîbûna kesên bi Elkolên dest çêkirî di welat de zêde dibe? Çima em vê rastiyê erê nakin ku derûnên xemokî ber bi madeyên sirker ve diçe? Çima derûnên perîşan girîngî pê nadin û progiramên xwe şad nakin?

Wî berpirsê rejîmê got em festîvalên şad yên ku li cîhanê, birêvediçin kêmtir nîşanî xelkê didin bi cihê vê hemû xem û teqîn û xwenrêjiyên ku li cîhanê diqewmin bo mejiyê xelkê vediguhezin û eva kiryareke şaşe.

Wî wezîrê Tendrustiyê derheq rewşa derûnî ya xelkê welat amareke zelal neweşand, lê, wezîrê berê yê tendrustiyê li sala 1394`an, nêzîkî 12 milyon kesên tûşbûyê bi xemokiyê  û nesaxiyên derûnî ragehandibû.

Berprisên rejîmê tenê li fikra tijî kirina berîka xwe ne û roj nine ku destpîsî û gendeliyên rayedarên rejîmê eşkere nebin, ji aliyekî din ve, bi sedema bilindbûna nirxan û nebûna derfetên kar û betalbûna navendên pîşeyî yên welat, xelkê bo paşeroj û jiyaneke baş bê hêvîkirine, û aboriya welat di rewşekê de ye ku , hevwelatî şiyana dabînkirina hewcehiyên destpêkî yên jiyana xwe jî nînin û her roj nirxa tiştekê bilind dibe.

Ji aliyekî din ve jî, serwet û samana rayedarên rejîmê bi qasiye ku têra derbaziya welatekê heye, bo mînak di heyama hefteya derbazbûyî de, ku li torên medyua û torên civakî de belavbibû, serweta rêberê rejîma Îslamî Elî Xamn`î 200 milyon Dolar hatibû ragehandin.