Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bersiva hikûmeta herêma Kurdistanê bo Hesen Nesrûllah

10:57 - 13 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Piştî ku Hesen Nesrûllah, emîndarê Hizbullaha Lubnanê li dijî herêma Kurdistanê û Me`sûd Baraznî axivî, hikûmeta herêma Kurdistanê bi tundî berisiva gotinên wî da.

Deqê bersiva berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê “Dr. Cotyar Adil” bo Hesen Nesrûllah wiha ye:

Em ecêbgirtî dimînin ku tu bi dengeke lerzok û bi avayekî şiltaxane, êrîşê dikî ser herêma Kurdistanê û rêberê neteweyekê.

Ewa çend salin ku te rengê rojê nedîtîye û li jêr erdê te xwe veşartîye, ku çi, tu têyî sivkatîyê bi neteweyeke mêrxwas dikî. Di cihê vê êrîşa nebicî, heq bû tu berevanîyê li wê neteweya jêr dest bikî ku çend salin sitem û zordarî lê tête kirin.

Ewa hêza pêşmerge bû Hewlêr û Kurdistan parast, ne xelkê din. Tevî vê yekê jî me spasiya hemû kesekê kirîye ku alîkarîya me kirîye, lê ew kesê ku goya nûnerê we bûye, û di dema serdana xwe de bo alîyê serok Barzanî pişikdar bûye, divê her hemen kes be ku digel  kesên wekî xwe li rojên 16 û 20 û 26`ê Oktobera 2017`an de, armanc û xevna wî, dagîkirina Kurdistanê bû, lê li hember xweragirî û berevaniya qehremanane ya pêşmerge, lerzokane û ser şorane serê wan li kevir dan û xevna xwe digel xwe birine  gorê.

Tu ku ji tirsa neyarên xwe nevêrî serê xwe hildey, çima tu şer bi neteweyekê difiroşî ku ti peywendî bi te re nîne.

Serok Barzanî remz û sembola berxwedaniya neteweyekê ye û tu yê tirsok gelek ji wê hindê biçûktirî evê zimandirêjîyê bikî.