Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bertek û helwest li derbarê Plana sedsal a Tiramp

11:22 - 29 Kanûna Paşîn 2020

Serkomarê Amerîkayê, ku plana xwe bona aştiya di navbera Filîstîn û Îsraîlê de eşkere kir, gelek helwest di astê cîhanê de, bi dû xwe ve anîn.

Berî hemû aliyekê Berdevkê Wezareta Derve ya rejîma Îranê dijkiryar nîşan da û neyariya xwe da xuyakirin, û ev plana Tiramp wekî îxaneta sedsalê da zanîn.

Wezareta derve ya Ordonê ragihand ku, rêçareya dadperwerane bo çareseriyê, çêbûna 2 dewletan e, û piştevanî ji plana Tiramp kir.

Rusiyê jî piştevaniya xwe bo wê plana Tiramp da xuyakirin.

Herdu welatên Behrên û Omanê jî, bi şandina Balyozên xwe bo Konferansa ragihandina plana Tiramp, piştevaniyî ji plana aştiya Tiramp dikin.

Birîtaniya jî piştgîriya xwe bona çareseriya aştiyane ya di navbera Îsra`îl û Filîstînê de ragihand.

Yekîtiya Ewropayê jî ragihand, ew pêngava erênî ya Amerîkayê derfeteke baş pêk tine, ku pirsa aştiya di navbera Filîstîn û Îsra`îlê de careke din li ser maseya danûstandinê, bikeve rojevê.

Welatê Misrê jî, ji Filîstîniyan û Îsra`îlê xwast wê derfetê bona gihîştin bi aştiyê ji dest nedin, û bi hûrî lêkolînê li ser bikin.

Yekîtiya welatên Erebî jî ragihandin, ku dê roja Şemî a bê, dê civîneke bilez pêk bînin û dê helwesta xwe bi eşkere rabigehînin.