
Nûnera Amerîka di Saziya Navnetewî de “Kilî Kiraft”, daye zanîn ku, Amerîka ti carî îznê nade ku rejîma Îran bi çekan bigihe û her kesek û welatek li dijî wê biryara Amerîkayê bisekîne, emê tehrîm bikin.
Herwisa navbirî daye zanîn, rejîma Îranê ji wan çekan bo kiryarê terorîstî bikar tîne û Tehran dibe dabînkirina çekan bo girûpên terorîstî bisekinîne, û ya ku hemûyan xirabtir e ku biqewime eva ye ku rejîma Îranê çekan bi dest bixe.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo jî, li ser rûpela xwe ya “Twitter”ê nivîsî: “Tev tehrîmên Saziya neteweyên yekgirtî li dijî Îranê, pêka çalakkirina mîkanîzma maşe ji aliyê wî welatî ve ji 30`ê Xermanan dest pêbike.
Wezîrê Derve yê Alman, “Hayko Mas” jî, daye zanîn ku, welatê Alman jî digel biryara Amerîkayê ya tehrîmkirina cebilxaneya Îranê ye û dibe biryarnameya 2231 a tehrîma cebilxaneya Îranê car din bê dirêje kirin û eve jî gefeke bo welatên Ewrûpa û deverê, û dibe tev welatên Ewropayê piştevanê biryara Amerîkayê bin.
Biryarnameya 2231, piştî wajokirina Bercamê hate pejirandin ku bi wê sedemê rejîma Îranê erkdar dike ku nekare mûşekên balistîkî ku hilgirî komikê navikî ye bi dest bîne, lê heta niha rejîma Îranê pabendê wê biryarê nebûye û ev meseleye jî welatên cîhanê nemaze Amerîka nigeran kiriye.