Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berteka rejîma Îranê li hember lihevhatina Behrêyn û Îsraîlê

12:11 - 13 Îlon 2020

Piştî lihevkirin û asayîbûna pêwendiya di navbera Îsraîl û Behrêynê de, Spaha Pastan a rejîma Îranê gef ji Behrêynê xwar û daye zanîn ku bila Behrêyn çavnhêrê derba giran a me be.

Behrêyn duyemîn welatê Erebî ye ku pêwendiya xwe digel Îsraîl asayî kir.

Wezareta Derve a rejîma Îranê jî tevî şermezarkirina pêwendiya Behrêyn û Îsraîlê, ew lihevkirine cihê şermê û xembariyê hesiband.

Spaha terorîst a Pastaran bi dana daxuyaniyekê, Emîrê Behrêynê bi Hakimê Cellad hesiband û gef xwar ku bila çavnhêrê tolhildana giran a micahidên Qudsê bin.

Di demekê de ku Spaha Pasdaran gefa tolhêldana dijwar ji Behrêynê dixwe, rejîma Îranê asayîbûna pêwendiya welatên Erebî digel Îsraîlê şermezar dike. Elî Xamineyî rêberê rejîmê jî vê yekê îxaneta Ereban bi Îslamê dihesibîne, û hemû nîşan û berjenga şerê nerastevxwe ya rejîma Îranê li dijî welatên Erebî ye.

Gefxwarina Spaha Pasdaran a terorîst û bikaranîna û gotina tolhildana dijwar, belgeyeke eşkere ye ku dikare di destê welatên Erebî de be, ku di paşerojê de her xirabkariyek di nava wan welatan de bête kirin, dest bi cî, rejîma Îranê bi sûçdarê sereke bête zanîn.

Biryar e roja Sêşemî deshilatdarên Behrêyn, Îmarat û Îsraîl, di Koşka Spî de bicivin û lihevkirina asayîbûna pêwendiya di navbera xwe de mohr bikin.