
Piştî evê ku deshilatdarên Lubnanî yên girêdayî bi Hizbulahê, ragihandin ku îznê nadin lêkolîna navnetwî li ser teqîna Beyrût ê bête kirin, êdî ew gumane bû rastî ku hizbulah naxwaze rast eşkere bin û dest têde bûna di wê teqînê de derkeve holê, lewma xelkê lubnanê serî hildan û cehda sernixuniya hikumetê didin.
Roja derbasbûyî 8ê Tebaxê, hezaran kes ji xelkê beyrût ê êrîş kirne ser wezaretxane û Îdare û Parlemana Lubnan ê û dest bi ser piraniya wan cihane de girtin.
Xelkê serhildayî daxwazkarê sernixuniya hikumet ê û herwisa lêkolîna tîmekî navnetewî li ser teqîna beyrût ê ne.
Xelk Hizbulah ê berpirsyarê wê teqînê û hemî malvêraniya xelkê lubnanê dizanin.
Hisan Diyab Serokwezîrê Lubnanê di yekemîn pêngava paşvekêşiyê di hember şoreşa Lubnaniya de ragihan: Heya 2 mehên dinê berpirsayetiya dewletê dê bikêşe ustê xwe û di wî heyamî de dê kar bike bona ewê ku hilbijartina dem zû birê ve biçe.
Di gel serhildana xelkê û destbiserde girtina bi ser dem û dezgehên hikumetî, çekdar û milîsên hizbulahê xwenîşander dane ber gulan, lê Artêşa Lubnanê kevte nava beyrût ê, ne bo tepeseriya xwenîşanderan, belkî bo parastina wan ji hember egera teqe û kuştina wan ji aliyê Hibulahê ve, Artêş tevlî xelkê bû û ragihand ku ew tenê bo ewlehiya welat hatiye nava bajar, û piştewaniyê ji hikûmet ê nake.
Xelkê serhildayî Makêtên deshilatdarên Hizbulah ê û bitaybetî Hesen Nesrulah darvekirin, û wêneyên wan şevitandin.
Ji hemî aliyekê zêdetir rejîma Îranê weke piştewanê sereke yê Hizbulah ê ditirse.
Wisa tête çawnihêrî kirin ku encama wê teqînê dê bibe sedemê guhartinên mezin li deverê de û bala hemî dunayê bo xwe rakêşaye.