
Kurdistanmedia: Piştî vê ku Qasim Silêmanî berpirsê Spaha Qudis a terorîst digel çend berpirsên din ên Heşda Şeibî ji aliyê balafirên Amerîkayê ve hatine kuştin, berpirsên paye bilind ên Amerîkayê bertek nîşan dan.
Serkomarê Amerîkayê, Donald Turmp, roja Înê 13`ê Befranbarê, di civîneke rojnamevanî de daye zanîn, ku, “Me Qasim Silêmanî kuşt ji bo şer rawestînin, ne ku ji bo destpêkirina şerekî nû.”
Herwiha Serokê Amerîkayê got, ku êrîşa li ser balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê jî bi rênimayên Qasim Silêmanî hatibû encam dan, û Qasim Silêmanî li pey plandarêtinekê bû ku êrîşê ser dîplomatên Amerîkayê bike.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî ragihand ku: “Îraqî bi kuştina Qasim Slêmanî kêfxweşin û derketine ser şeqaman û ji bo azadiyê dîlanê dikin.”
Morgan Ortêgas, Berdevka Wezareta Derve a Amerîkayê, di civînekê digel kanala Dengê Amerîkayê (voanews), daye zanîn ku, fermana kuştina Qasim Silêmanî biryareke dijwar bû ji bo Donald Turmp, lê bi mêzekirina êrîşên wê dawiyê yên girûpên çekdar yên girêdayî rejîma Îranê li dijî Amerîkayê, ev biryare diba hatiba dan û ev êrîşe jî hatiba kirin.
Senator “Tom Catten”, senatorê komarîxwazan bi weşana daxuyaniyekê daye zanîn ku, Qasim Silêmanî, bi dehan sal bû ku hizra terorê dadirêt û sedan leşkeriyên Amerîkayê bi destê wî hatine terorkirin û ev kuştine misteheqê wî bû.
Herwisa Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê Mark Ispir, got ku, Em ji Îranê re dibêjin ku bi êrîş û gefên xwe dawî pê bîne û em çawa hez bikin emê wisa bersiva Îranê bidin. Hekî dîsan jî hewce be emê bersiva Îranê bidin.
Qasim Silêmanî, fermandê Spaha Qudis a girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst, digel Ebû Mehdî Mohendis, cihgirê Serokê Desteya Heşta Şeibî, digel çend fermandên din ên Heşda Şeibî, sibêdeha roja Înê 13`ê Befranbarê, ji aliyê balafirên Amerîkayê ve û hatine kuştin.”