Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşa rojane ya vaksena Anfolanzayê bo her dermanxaneyek li Îranê 4 lib e

10:55 - 30 Îlon 2021

Cihgirê Berpirsê Encumena Berhemanîna Dermanên Îranê “Elî Fatimî” li derheq vaksena Anfolanzayê de got: “Beşa vaksena Anfolanzayê bo her dermanxaneyeke Îranê her rojê 4 lib e û bo dermanxaneyên şevanerojî 8 lib e.

“Elî Fatimî” daye zanîn, ku vaksena anolanzayê divê pêka yasayên vaksenan bi nusxe û nivîsa duktoran be û bi sedema vê yekê ku dana vaksenan di sîstema “Tîtek”ê de tê tomarkirinê, hewce ye ku nasnameya netewî an ku “karta millî” jî digel wan hebe û nirxa vaksenên Anfolanzayê pêka pesenda “Saziya Xwarin û Dermanan” 156 hezar Tumen e.

Rejîma Îranê tevî gotinên çewt li derheq berhemanîna vaksenan, heta niha tev vaksenên Anfolanzayê li derveyî Îranê kirîne û “Elî Fatimî” di vê derheqê de gotiye: “Heta niha her vakseneke Anfolanzayê ku me bo dermanxaneyan şandiye ji derveyî Îranê hatinê kirîn û kirîna dermanan dê berdewam be”.

Herwisa derziyên Ensolînê tenê bi qasek kêm bi wan nexweşan didin ku navê wan di sîstema “RDA” an ku Birêveberiya Nexweşiyên Taybet de tomar kiribin.