
Kurdistanmedia: Serkomarê rejîma Sûriuyê Beşar Esed da zanîn ku, artêşa me ji bo pirsên ewle û leşkerî neçûye deverên di jêr destê HSDê de, belkî bo bi dest girtina hemû deveran çû ye.
Êvara Pêncşemî 9`ê Xezelwerê, serkomarê rejîma Sûriyê, Beşar Esed, di civînekê televiziyûnî de daye xûyakirn ku, artêşa me tenê ji bo pirsên ewlekarî û leşkerî venagerin deverên di jêr destê HSD de û dê tevahiya desthilata dewletê di ser wan deveran de bisepîn in.
Herwisa navbirî got: Artêşa Sûriyê tenê ji bo karê ewlekarî û leşkerî derbasî wan deverên Kurdî nabe, belkî çûna artêşa tê wateya çûna dewletê ji bo wan deveran û dê dest bi xizmetguzariyan di wan deveran de bike.
Herwisa navbirî da zanîn, ev rêketinên ku digel HSDê hatine kirin û em gihan piraniya deveran, lê hin astengî hene. Niha em li ser vê yekê kar dikin, jiber ku pêwendiyên me yên rasterast beriya niha jî digel hêzên Kurdî hebû, û dê her di dawiyê de, rejîma Sûriyê destê xwe denê ser wan deveran.