Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşar Esed careke din bang li hêzên HSDê kir ku tevlî artêşa Sûriyê bin

16:26 - 11 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Beşar Esed careke din bang li hêzên HSDê kir ku tevlî artêşa Sûriyê bibin û got, ku beşek ji HSDê di rojên derbasbûyî de amadebûna xwe bo beşdariya nav artêşê ragihandine.

Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvînek digel kanala (RT) ya Rûsî de, li derheq peywendiyên digel kurdan de got, niha artêşa me gelek bihêztir e û beşkirina desthilatê digel HSDê jî red kir.

Beşar Esed amaje bi vê yekê jî kir û da zanîn, ‘’ez daxwazê li kurdan dikim bibin parek ji hêzên hikûmetê, hindek ji wan ev yek pejirandine, lê hindekî din red dikin.’’

Herwisa Serokê rejîma Sûriyê çekdanîna HSDê û beşdariya wê bo nav artêşê girê dide bi vegera artêş û hikûmeta Sûriyê bo hemû navçeyan, ferzkirina desthilat û serweriya hikûmetê li ser tevahiya Sûriyê digel pêşkêşkirina xizmetgûzariyan bo hemû navçeyên wî welatî

Serokê rejîma Sûriyê di berdewamiya axavtinê xwe de got: ‘’Piraniya kurdan peywendiyên baş digel hikûmetê hene û piranî piştevaniya hikûmetê dikin, tenê ew nebin ku yên ser bi PYDê ne. Û navbirî got, aliyê Amerîka piştevaniyê ji wan dike û Amerîka digel wan neftê bi qaçaxî dibin.’’

Berî naha fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî li derheq wê banghêjiya Beşar Esed de bersiv da û li derheq daxwaza rejîma Sûriyê ya têkelî hikûmetê bibin, du mercên wan hene a yekem: Çarçoveya siyasî ya xwerêveberiya Rojavayê Kurdistanê wekî xwe bimîne, ya duyem jî; Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe bimîne.