Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşar Esed girêbesta di navbera Kurdan û Amerîka bi talankirin binav dike

10:55 - 9 Çirriya pêşîn 2020

Serokê rejîma Sûryê, “Beşar Esed”, girêbesta neftî ya dinavbera Kurdan û Amerîkayê wekî talan û şêlandina Sûriyê dibîne û hebûna Amerîka di wî welatî de bi dagîrkerî dide xuya.

Roja Pêncşemî, 8ê Çirriya Pêşîn, Serokê rejîma Sûriyê, “Beşar Esed”  di hevpeyvîneke xwe de digel nûçegihaniyeke Rûsiyê, derheq girêbesta neftî ya di navbera Kurdan û kompaniyayeke Amrkîkayî ya bi navê “DELTA CRESCENT ENERGY” de gotiye: “Ev girêbest dîzî ye û take rê bo rawestandina wê diziyê rizgarkirina xelkê ye”.

Herwisa “Beşar Esed” ragihandiye: “Amadebûna hêzên Amerîkayî û Tirkî di wî welatî de dagîrkerî ye, û hekî ji wî welatî dernekevin dê wê demê serhildana giştî ya gel dest pêbike”.

Girêbesta Birêveberiya Xweser digel kompaniya Amrîkayî ji aliyê Rûsiyê ve wekî “Binpêkirineke sîstematîk a yasayên navnetewî “ hatiye binavkirin.

Kurd di Rojavayê Kurdistanê de tev zulim û zordariyên hovane yên rejîma malbata Esed dîtine, gotinên berpirsên rejîma Sûriyê li ser Kurd û Kurtdistanê bi tewawî ji aliyê hizreke dîktarorî û înkarê bûye, dema ku rejîma navendî di Sûriyê de bihêztir be, pêka gotina wan dê yekem êrîşa wan li ser kurdan be.