Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşar Esed ji nişkê ve serdana Îranê kir

19:01 - 8 Gulan 2022

Roja Yekşemî 8`ê Gulanê serkomarê Sûriye “Beşar Esed” bo serdanek çend demjmêrî çû “Tehran”ê û digel “Elî Xamneyî” rêberê rejîma Îranê hevdîtin pêk anî.

 Nûçegihaniyeke girêdayî Şêvra Bilind a Ewlehiya Netewî ya rejîma Îranê, nûçeya serdana çend demjmêrî û hevdîtina “Beşar Esed ya digel Elî Xamneyî û Îbrahîm Re`îsî” piştrast kiriye  û “Beşar Esed” piştî vê hevdîtinê carek din ziviriye bo “Sûriyê”.

Ew hevdîtina di demekê de hatiye lidarxistin ku, serokwezîrê Îsraîlê “Neftalî Bênt” di wê dawiyê de digel serkomarê Rûsiyayê “Vêladimîr Potîn” ku piştevanê “Beşar Esed” e,  gotûbêjek telefonî encam dabû û ji vir şûnda girûpên girêdayî rejîma Îranê bo çendîn caran li Sûriye rastî êrîşên esmanî ên Îsraîlê hatine.

Îsraîlê çendîn caran haydarî daye ku, rê nade rejîma Îranê li Sûriye û li nêzî sînorên wan bi awayekî leşkerî cihgîr be.