
Kurdistanmedia: Heyeteke Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Hewlêrê, beşdarî di pirseya “Meryem Qazî” de kir.
Roja Sêşemî rêkefta 22-ê Xezelwera 1397`an a Zayînî, heyetekî nûnerayetiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi serperestiya “Mihemedsalih Qadirî” Nûnerê Hizba Demokrat li bajarê Hwlêrê, beşdarî di pirseya xatû “Meryem Qazî” de kir. Xatû “Meryem” kesayetiyeke naskirî ya malbata Qazî, û nûser û çalakvan di warê civak, edebdost û çîroknivîs, li Rojhelata Kurdistanê bû.
Ev pirseya li baregeha Yekîtiya Nûserên Kurd li bajarê Hewlêrê, bi beşdariya nûser, û kesayetiyê ekadîmî, nîştimanperwer û endamên malbata Qazî bi rê ve çû.
Di wî pirseyê de “Mihemedsalih Qadirî” nûnerê Hizba Demokrat li bajarê Hewlêrê bi wê boneyê ve sersaxî û hevxemiya Hizba Demokrat û “Mistefa Hicrî” lêpirsiyarê giştî yê Hizba Demokrat bi malbata xwedêjêrazî “Meryem Qazî” gehand, û ji aliyê kesûkar û malbata navbirî ve pêşwazî ji wan hate kirin.