Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşek ji bûdceya dabînkirî bo Wezareta Tenduristî ya rejîma Îranê nemaye

12:33 - 26 Îlon 2020

Milyardek dolar  ji bûdceya Wezareta Tenduristî ya rejîma Îranê ku bona kirîna vaksenan û xercê dermanî yên Wezareta Tenduristiyê hatibû dabînkirin nemaye û rohn nîne ku bo çi mebestê û çi aliyekî hatiye xerckirin.

Roja Înê, 25ê Îlonê, Serokê Komîsiyona Tenduristî ya meclîsa rejîma Îranê, “Homayûn Haşimî” ragihandine ku, %70 ji 1 milyard dolar an ku 700 milyon dolar ku ji “Sindoqa Geşeya Netewî” bona pêşîgirtinî ji tûşbûn bi vîrûsa Koronayê û bona dabînkirina derman û vaksenan hatibû dabînkirin, niha rohn nîne ku ew pere di kîderê de hatiye xerckirin.

Wezareta Tenduristî ya Îranê, ragihandiye ku ti zaniyariyek ji qedera wê 1 milyard dolarî nîne.

Pêka gotinên Endamê Heye`ta Serokatiya Meclîsa Rejîmê, “Elîriza Selîmî”, rêberê Olî yê Îranê “Alî Xamineyî, destûra daye ku 1 milyar EURO ji “Sindoqa Geşeya Netewî” bo Wezareta Tenduristiyê bona dabînkirina xercê wê Wezaretxaneyê bê dan.

“Elîriza Selîmî” ragihandiye, ku 58 milyon dolar bona kirîna vaksena Anfolanzayê dane kompaniyekê ku di Tirkiyê de wê vaksenê bikirin lê, heta niha tî vaksenek nedane Îranê.

Roja Çarşemî, 23ê Îlonê, Wezîrê Tenduristî yê Îranê, “Seîd Nemekî” ji rohnnebûna qedera wî 1 milyard dolarî gazinde kiribû û ragihandibû: “bona aloznekirina hizra xelkê min “Rojiya Matbûn”ê girtiye”.

Tevî nerohnbûna 1 milyard EURO ku piştre bûye 1 milyard dolar û niha ev 1 milyard dolar jî nexuyaye.