Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşeke din li daristanên Zagirosê, agir berdanê

18:17 - 18 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Bi sedema agir berbûn û hêncetên bê bingeh ên berpirsên pêwendîdar yên rejîmê, 3`ê donimê din jî, li daristanê Zagoiros şevitî û zirar gihîştiyê.

Di heyama salên derbasbûyî de, mohre û kirêgirtiyên yên rejîma serberedaiya Îranê, bo talan û kavilkirina daristanên Zagirosê, bi hêncetên cuda û di rastî de pîlan û pilanên darêtî, li hezaran donim li daristan, lêrewa û çêrîngehên Zagiros û jîngeha Kurdistanê kavil û ji navbirin.

Her di vê pêwendiyê de, li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Înê 27`ê Banemera 1398`an bi sedema agirberbûna daristanê Zagirosê, li deverên “Qesra Şîrîn” a girêdayî Parêzgeha Kirmaşanê, û xemsariyên berpirsên pêwendîdarên rejîma Îranê di wê bajarê de, zêdetyê 3 donim li çirîngeh, lêrewa, darisatn û jîngeha deverên derdorên bajarê Qesra Şîrîn şevitîne û xisarekî zêde bi daristanê Zagiros di wê deverê de kevtiye.

Her di vê derheqê de, Murad Elî Tatar, fermandarê bajarê Qesra Şîrîn, roja Şemî 28`ê Banemera 1398`an, di niqaşeke çewtekarî de di gel Nûçegihaniya “ILNA”ya girêdayî rejîmê, tevî sererastkirina wê nûçeyê û hêncet anînên bê bingeh bo agirberbûna daristanên Zasgirosê, ragihand: Agirberbûna roja derbasbûyî li beşek li daristanê Zagiros li deverên sînorî yên bajarê Qesra Şîrîn, bi sedema agirberbûna li çirîngeha deverên sînorî yên welatê Îraqê bûye û wê agirê daristanê Zagirosê li deverên Qesra Şîrînê girtiye berahiya xwe.

Navbirî, di beşeke din li çewtekariyên xwe de gotiye: Bi sedama wê ku çêrîngeh û lêrewa, di welatê Îraq de, nirxek nîne û tu girîngiyekê pê nadin, di sînorên wê welatî de, agirberdanê û bi wê sedemê jî peşqelên wê aqirê beşek li çêrîngeha deverên bajarê Qesra Şîrîn jî girtiye berahiya xwe.

Di heyam salên borî û nemaze di heyama sala derbasbûyî de, xisareke zêde bi daristan, çêrîngeh û lêrewarên deverên Zagirosê kevtiye û tenê li bajarê Qesra Şîrîn û di heyama sala derbasbûyî de, zêdeyê 20 carê bi sedema agir berbûnê, xisareke zêde bi daristanê wê beşa Zagirosê kevtiye û zêdeyê 10 donim li jîngeha wê deverê şevitiye.