Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Betalî di Îranê de, di asteke xirab de ye

12:45 - 15 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Di Îranê de asta betalî bilind bûye û 45% xelkê Îranê betal in.

Pêka amarên belavbûyî ku dane zanîn, di sala borî de, 19% zelam û nêzî 35% jî, jin di Îranê de betal in, û tu hêvîyek wan bo jiyanê nema ye.

Di Îranê de hevwelatî îdê li peyda kirina kar bêhêvî bûne û tu hewlekê bo peyda kirina kar nadin.

Pêka amara ku Navenda Amara Îranê belavkiriye, di sala 1398`an de, nêzî 3 milyon hevwelatî betalin û bêkar in, eve di demekê de ye ku rojane di bajarên Îranê de, bi sedema betalî û bêhêvî bûn li jiyanê, dest diavêjin bi xwekujiyê.

Ji aliyek din ve jî, her bi sedema nebûna kar û betalî, pitir ji 13 milyon ciwan di Îranê de ji zevacê bê par in.