Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Betalî di Îranê de sînorê 70% ji derbas kir

19:01 - 11 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Asta betaliyê di welatê Îran de, sînorê 70% ji derbaskiriye û her bi vê sedemê jî, asta hejariyê di wî welatî de bilind bûye.

Tevî wê ku Îran di warê çavkaniyên xwezayî û nemaze berhemanîna şevatê de, welatekî dewlemend û pirr behreye, yek ji wan welatan tê hesabkirin ku, amarên betaliyê bi awayekî  berçav bilind dibin û di warê dabînkirina hêla kar de jî, di asta welatên cîhan de li astekî gellek nizim de ye û di vê derheqê de jî, li sala 1398`an hêla betaliyê li welatê Îranê, sînorê 70% ji derbaskiriye.

Di amarên salane de, ku derheq betaliyê, Îranê tomar û belav dike, Kedkarên bînasaziyê zêdetirîn asta betaliyê ji xwe digirin, ku sedema serekî ya vê yekê jî, bilindbûna alav û tiştên avedaniyê didin zanîn, û bi sedema dorpêçên aborî yên ku li dijî Îranê ne,  sedemên kirîzên navxweyi yên wî welatî û bitaybet kirîza aboriya rejîmê dane zanîn.

Her di vê derheqê de, li rojên derbasbûyî, “Hadî Sadatî” cêhigirê Navenda Kedkarên Avedaniyê yê Îranê ragihand ku, di sala nû de, asta betaliya Kedkarên bînasaziyê di seranserê Îranê de, gihîştiye 60% ji û sedema wê jî bo bilindbûna alav û tiştên avedaniyê daye zanîn.

Niha di Îranê de, betalî bûye diyardeyekî metirsîdar, ku çavkaniya diyardeyên civakî yên din û nemaze diyardeyên wekî, hejarî birçîbûn, bilindbûna amarên zarokên karker bo dabînkirina hewcehiyên jiyana malbatan, bilindbûna asta telaqê û hilveşîna jiyana hevpar, qaçaxkirina madeyên hişber û ... hwd, pirsiya welatê Îran giritiye.

Tevî vê ku, Navendên pêwendîdar yên rejîma Îranê, tu rêcareyek, bi teybet li warê amar, rêjeyeke dirust û zanyariyên rast belavnekiriye, û nûçegihanên derveyê Îranê, bi awayekî nefermî, asta betaliyê li wê welatî û di hemû warekî de, zêdeyê 70% ji ragihandine, ku li gorî ew amarên nefermî, egera zalbûna birçîbûnê li ser hemû civaka Îranê, ber bi bilindbûnê çûiye.