Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Betalî û "enfilansiyon" li Kurdistanê bêdadiyê dike

14:02 - 15 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Betalî û "enfilansiyon" li bajarên Kurdistanê di bilindtirîn asta xwe de ye.

Seyîd Ehsen Elevî endamê Civata Nûnerên Kurdistanê, di meclisa Şêvra Îslamî de, di gotûbêjekê de got, rewşa aboriya  bajarên Kurdistanê gellek xirabe, û Îro Kurdistan digel %2.1 ji nifosa welat, û tevî vê ku xwediyê çavkaniyên tijî ye, lê, zêdetirîn asta "enfilansiyon" di welat de ji xwe girtiye, û bi awayekî ku her malbatek li bajarên Kurdistanê, bo dabînkirina hewcehiyên bingehîn ên jiyana xwe, dibe 10 heya 12 ji sedî zêdetir ji pirraniya malbatên din yên welat pere xerc bikin.

Herwisa navbirî axavtina xwe wiha berdewamkir, asta betalî, bilindbûna nirxan(inflation), kêmbûna dahata berdewam, nebûna "serane" û kêmiya gellek ji pîvanên vegeşînê di parêzgeha Kurdistanê de bêdadiyê dike û dibe dewlet rêçareyekê bibîne.

Nûnerê xelkên bajarên wekî, Sine, Dîwandere û Kamyaranê yê li meclisa rejîmê got, tevî hemû bêparbûn û sînordarbûnan, pareke zêde ya berhemên terş û cotyariyên welat dabîn kirine, û rûleke bingehîn di serbixwebûna berhemanîna hindek ji berhemên cotyarî yên wekî genm û tûtferengî hene.

Seyîd Ehsen Elevî wiha berdewamkiriye, Herêmên Kurdistanê, axek ji zêr, kangeh û çavkaniyên siruştî lixwe digire. Herwisa gelek pitansiyelên siruştî ên Kurdistanê hene ku, ji bo xelkê navçeyên din têne mezaxtin û ti caran ji bo pêşketina vê parêzgehê nehatine bikaranîn.

Rewşa aboriya bajarên Kurdistanê wisa ye ku, bo çend caran nûnerên bajarên Kurdistanê bi awayekî cesorane li hemberî bêdadiyên rejîma dirinde, ku li destpêka şoreşa xwe heya niha encamp dane û tu nirxek bo herêmên Kurdistanê berçav negirtiye, nerazîbûnên xwe tînin ziman.

 Rayedarên terorîst yên rejîma Îslamî ya Îranê, dema ku rastî tengahiyan dibin Kurd û neteweyên din yên Îranê wekî birayên xwe hesab dikin, bo mînka Hesen Rohanî di civîna digel mamostayên Olî de gotibû ku sonî mesebên Îranê birayê me in û me tu pirsgirêkek bi hevre nine, lê, ev axavtinên Rohanî tenê bi sedema givaşên baykotên Amerîkayê yên li dijî vê rejîmê bûne.